Asayişa Duhokê du grûp ji ber danûstandina bi dolarên sexte desteser kirin

Hêzên Asayişa Parêzgeha Duhokê du grûp ji ber anîn û danûstandina bi dolarên sexte desteser kirin, herwiha dest danîn ser 50 hezar dolarên sexte.

Duhok (K24) – Hêzên Asayişa Parêzgeha Duhokê du grûp ji ber anîn û danûstandina bi dolarên sexte desteser kirin, herwiha dest danîn ser 50 hezar dolarên sexte.

Îro Pêncşemê 22ê Hezîrana 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, hêzên Asayişa Duhokê di operasyonekê de du grûp ji ber anîn û danûstandina bi dolarên sexte desteser kir û herwiha dest danî ser 50 hezar dolarên sexte, ku dixwestin li bazarê Duhokê bifiroşin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê, kesên hatine desteserkirin, du ji wan Kurd in û du jî Ereb in û xelkê parêzgeha Dîwaniye ne, niha dosyeya wan bo dadgehê hatiye şandin û tometbar li xwe mikur hatine ku dixwestin dolarên sexte li bazara Duhokê bifiroşin.

Herwiha eşkere kir ku îsal rêjeya anîna dolarên sexte li gor salên borî li bazara Duhokê zêde bûye, di destpêka vê hefteyê de polîsê parêzgeha Duhokê grûpeke desteser kiribû bi heman mebesta anîn û danûstandina bi dolarên sexte.