Grûpa Wagner li dijî Moskowê şer ragihand

Grûpa Wagner a Rûsyayê li dijî Moskowê şer ragihand û dibêjin: “Em ê Rûsyayê azad bikin.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa Wagner a Rûsyayê li dijî Moskowê şer ragihand û dibêjin: “Em ê Rûsyayê azad bikin.”

Fermandarê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigojin ragihand, hêzên wan çûne nav axa Rûsyayê û dibêje: “Em ê gelê Rûsyayê azad bikin.”

Yevgeniy Prigojin ku di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihand, diyar dike ku hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê azad bikin ji vê sîstema li Moskowê hikum dike.

Prigojin destnîşan dike ku hêzên wan li herêma Rostov belav bûne û helîkoptereke artêşa Rûsyayê jî xistine xwarê û di pêşveçûnê de berdewam dibin.

Li Moskowê jî hejmareke mezin tank û zirpoş li cadeyên Moskowa paytexta Rûsyayê hatine belavkirin û hêzên ewlehiya bajêr di amadebaşiyê de ne.