Mehma Xelîl: Çarçoveya Hevahengiyê li ber rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e

Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hevahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e.

Hewlêr (K24) – Endamê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl ragihand, Çarçoveya Hevahengiyê li ber cîbicîkirina birgeyên rêkeftina siyasî yên asayîkirina rewşa Şingalê rêgir e.

Mehma Xelîl di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de got: “Ji ber tunebûna îradeyeke bihêz ji aliyê Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ve, nekarîne rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.”

Xelîl diyar kir: “Kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî heta niha rêkarên pratîkî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê pêk neanîne, li Şingalê grûp û milîsên ser bi Heşda Şe'bî li wir in û piştevaniya PKKê dikin, ew grûp ser bi baskê siyasî yê Çarçoveya Hevahengiyê ne û li ber asayîkriina rewşa Şingalê rêgir in.”

Mehma Xelîl destnîşan kir: “Şingal li derveyî desthilata hikûmeta Iraqê ye û hêzeke biçûk a Iraqî li wir e, bajêr ji aliyê rêxistinên biyanî yên wek PKK û ew grûpên ku ji aliyê Heşda Şe'bî ve tê piştevanîkirin, tê birêvebirin.”

Rêkeftina asayîkirina Şingalê di Cotmeha 2020an de di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Bexdayê hat îmzekirin, ku van şeş xalên sereke li xwe digre:

1- Hilbijartina qaymeqamê nû.

2- Hikûmeta Federal pirsa ewlehiyê îdare dike.

3- Erkdarkirina 2500 kesan ji xelkê Şingalê û awareyên wê û dirustkirina hêzeke nû.

4- Li Şingalê bidawîanîna PKKê û hemû wan grûpên ku pêwendiya wan pê re heye.

5- Ti kesekî ser bi PKKê nabe di wê hêza nû de were erkdarkirin.

6- Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avakirina Şingalê û îdarekirina wê bikin.