“Grûpa Wagner qebûl kir çalakiyên xwe yên leşkerî li Rûsyayê rawestîne”

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Serokatiya Belarûsê ragihand, grûpa Wagner razî bûye ku rewşa Rûsyayê aram bike û çalakiyên xwe yên leşkerî rawestîne.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Belarûsê Alexander Lukashenko, grûpa Wagner pêşniyara Lukaşenko ya rawestandina çalakiyên xwe yên leşkerî li Rûsyayê qebûl kiriye.

Ofîsa serokê Belarûsê ragihand, çend pêşniyar ji bo rawestandina şer di navbera Rûsya û grûpa Wagner de hatine kirin.

Di vê derbarê de, Fermandarê Koma Wagner Yevgeny Prigojin diyar kir, wî pêşniyara rawestandina pêşveçûna ber bi Moskoyê ve qebûl kir.

Ev yek piştî wê tê, derengê şeva Înê 23ê Hezîrana 2023an, Fermandarê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigojin di tomareke dengî de bi fermî şerê dijî artêşa Rûsyayê ragihand û diyar kir ku hejmara wan 25 hezar kes in û dixwazin gelê Rûsyayê ji vê sîstema li Moskoyê hikum dike, azad bikin.

Îro jî bajarê Rostovê yê li başûrê Rûsyaya Federal e, ji aliyê hêzên Wagner ve hat kontrolkirin. Fermandar Wagner Yevgeny Prigojin jî gefa çûna ber bi paytaxt Moskoyê jî xwar

Li gorî rojnameya “New York Times”, nakokiyên di navbera grûpa Wagner û Wezareta Berevaniya Rûsyayê de vedigere şerê Baxmutê, ku wek dirêjtirîn heyama destdanîna navçeyeke Ukraynayê di Gulana borî de tê zanîn, ku ev serkeftin jî ji grûpa Wagner re hatibû tomarkirin.

Fermandarê Wagner Prigojin pêr roja înê, Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu û Serfermandariya Artêşa Rûsî wek berpirsên “kuştin û birîndarbûna bi deh hezran rûsî” li Ukraynayê tometbar kirin ku wan piştevanî negihandine hêzên wî.