Iraq banga lidarxistina konferanseke navdewletî li ser Hola Kampê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî banga lidarxistina konferanseke navdewletî derbarê Hola Kampa li Hesekê de dike.

Arecî roja Şemiyê 25.06.2023, di çarçoveya hevdîtinekê de ligel Balyoza Amerîkayê li Bexdayê Alina Romanowski de, daxwaz kir ku berî dawiya îsal konferanseke navdewletî li ser Hola Kampê were lidarxistin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Balyozê Amerîka li Bexdayê amaje bi wê yekê kirin ku pêwîst e welat welatiyên xwe ji kampa Holê werbigirin.

Arecî di civînê de tekezî li ser nêzîkatiya tund a hikûmeta Iraqê ji bo berdewamiya hevkarîkirina ligel civaka navdewletî ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya navçeyê kir.

Ji aliyê xwe ve Balyoza Amerîkayê Alina Romanowski tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo hikûmeta Iraqê di şerê dijî terorîstan, madeyên hişber û mijarên mirovî de kir, bi taybetî piştevaniya tîma pêkvejiyan û avedankirina derûnî ya Wezareta Koç û Koçberan.

Hola kampê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, li nêzîkî sînorê Iraqê ye, di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û wek metirstirîn kampên cîhanê tê hejmartin.

Di Hola Kampê de  dora 56 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.