Serokwezîr Mesrûr Barzanî 20 milyar dînar ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê li Hewlêrê terxan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê planên demsala Havînê û rûbirûbûna hişkesalî û kêmbûna avê ragihand û diyar kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî 20 milyar dînar ji bo rûbirûbûna hişkesaliya Hewlêrê terxan kiriye.”

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 25.06.2023an serpereştiya civînekê derbarê kêmbûna avê û hişkesaliyê li Hewlêrê kir û tê de diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî razemendî da ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê ya parêzgeha Hewlêrê, 20 milyar dînar bê terxankirin.

Omêd Xoşnaw spasiya Encûmena Wezîran û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ji bo pesendkirina wan projeyan, ku 20 milyar dînar ji bo sê mehan û hatine pesendkirin û bi rêya wê yekê ew ê rûbirûyê hişkesaliyê bibin û dê bîrên avê bikolin.

Omîd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir, ku di civîna îro de ji bo cîbicîkirina projeyên berê bû û çend biryar hatin standin, weke kêmkirina rûtîn di nav rêveberî û ofîsan de ji bo ku ev proje di mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê de werin cîbicîkirin ku di nav wan projeyan de kolandin û nûjenkirina bîran jî hene.

Parêzgarê Hewlêrê got: “Plana me ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê di werza Havînê de heye, me çend projeyên stratîjîk di dema borî de cîbicî kirine, ku hinek ji wan di warê cîbicîkirinê de ne.”