Li Duhokê erdhejek bi hêza 4.7 rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Duhokê erdhejek bi hêza 4.7 pile li gorî pîvera Richterê rû da.
Peyamnêrê K24ê li Duhokê da zanîn, îro danê sibê demjimêr 09:45 erdhejek li parêzgeha Duhokê rû da.
Li gor zanyariyan, erdhej bi hêza 4.7 pleyan û di kûrahiya du kîlometran di bin erdê de rû daye, navenda erdhejê jî qezaya Amêdiyê bû.
Peyamnêrê me destnîşan kir, erdhej li Akrê, Amêdî, Berdereş, Sêmêl û Kanî Masî hatiye hîskirin.
Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê derbarê erdhejê de ti daxuyaniyek fermî nedaye.