ENKS komkujiya li Cisir El-Şixûrê şermezar dike û banga çareseriya siyasî bo Sûriyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) komkujiya ku ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve li bajarê Cisir El-Şixûrê hatiye kirin, şermezar dike û bang li civaka navdewletî û aliyên pêwendîdar dike, lezê bidin çareseriya siyasî li Sûriyê.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Roja 25ê Hezîranê firokeyên şer ê rûsî, bi hevahengiya bi rêjîmê re, bazareke gelerî li bajarê Cisir El-Şixûr armanc kirin, ku di encamê de gelek kes bûn qurbanî ketin û bi dehan sivîl birîndar bûn, her wiha bû sedema koçberbûna xelkê ji navçeyên ku mêvandariya ziyandîtiyên erdheja 6ê Sibatê kiribû.”

ENKSê got, “Ev êrîş pişî çend rojan ji bidawîbûna gera 20emîn a civînên Astanayê hat, ku yek ji sernavên wê kêmkirina aloziyê li wan deveran bû.”

ENKSê dibêje: “Em vê tawanê hovane ya li dijî sivîlên bêguneh şermezar dikin, em bang li civaka navdewletî, bi taybetî li aliyên pêwendîdar dikin, ku bilez tevbigerin da ku dawî li tawanên bi vî rengî bînin, lezê bidin cîbicîkirina pêngavên çareseriya siyasî ya navdewletî, li gorî biryarên kongireya Cenêvê û biryara 2254 ya Netewên Yekgirtî, ji bo rawestandina binpêkirin û stemên li ser gelê me yê Sûrî yê ku daxwaza azadî û aştiyê li welat dike.”

Duhî 25ê Hezîranê firokeyên rûsî bazareke bajarê Cisir El-Şixûrê yê li rojavayê Idlibê bombebaran kir, li gorî Rêxistina Berevaniya Sivîl jî, di encama êrîşê de 9 kesan canê xwe jidest dan û 61 kes birîndar bûn ku di nava wan de zarok jî hene.