Nêçîrvan Barzanî li Berlînê bi cuda ligel du wezîrên Alman civiya

Nêçîrvan Barzanî û Svenja Schulze
Nêçîrvan Barzanî û Svenja Schulze

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi cuda ligel Wezîra Hevkarî û Geşepêdana Aborî ya Almanya Svenja Schulze û Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve Tobias Linder civiya.

Ev yek îro 26ê Hezîranê di çarçoveya zincîreya hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê yên bi rayedarên Almanyayê re hat.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Iraqê li Almanya jî tê de amade bû, pêşxistina pêwendiyên Almanyayê l gel Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariyên hevbeş ên herdu aliyan di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di civînê de rewşa Şingalê, êzîdiyan, koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û metirsiyên guherîna keşûhewayê li ser Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî piştevanî û alîkariyên Almanya bo Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand û kêfxweşiya xwe jî li hember rêkeftinên vê dawiyê yên di navbera Almanya û Iraqê de nîşan da.

Di heman demê de tekezî li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir bihêzkirina pêwendiyan û hevkariya hevbeş ligel Almanyayê kir.

Ji aliyê xwe ve Wezîra Almanî tekez li ser berdewamiya piştevanî û daxwaza welatê xwe ji bo hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di warên weke veberhênan, rahênan û çaksaziyê di warên cuda de.

Nêçîrvan Barzanî û Tobias Linder

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Derve Tobias Linder amadebûna welatê xwe ji bo alîkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê di dema pêwîst nîşan da.

Herwiha tekezî li ser berdewamiya erkê hêzên Almanî di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de kir.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, hilbijartin û pêşhatên dawî bi giştî, aliyekî din ê civînê bû.