Berevaniya Şaristaniyê ya Zaxoyê: Du zarok li nav rûbarê Xabûrê xeniqîn

Du zarok li nav rûbarê Xabûrê xeniqîn û heta niha termê yek ji wan hatiye dîtin.

Hewlêr (K24) – Du zarokên ku temenên wan di navbera 12 û 13 salî de ne, li nav rûbarê Xabûrê xeniqîn û heta niha termê yek ji wan hatiye dîtin.

Rêveberê Şaristaniyê yê Zaxoyê Cemal Hesin ev agahî ji Kurdistan24ê re piştrast kir û ragihand, tîmên rizgarkirinê termê yek ji wan zarokan dîtiye.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Zaxoyê, ew du zarok çûne cihekî metirsîdar ku hatiye perjînkirin û di nav avê de xeniqîne.

Ligel hatina werzê geştûguzariyê û betlaneya havînê, havîngehên deverên sînorî yên li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, bi geştyarên naverast û başûrê Iraqê tije bûne.