Omêd Xoşnaw: Zêdetir ji 100 hezar geştiyaran ji bo cejnê hatine Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 100 hezar geştiyaran ji bo cejnê serdana Hewlêrê kirine, tê pêşbînîkirin ku di rojên cejnê de hejmara geştyaran zêdetir bibe.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro ragihand, bi boneya cejna Qurbanê, hejmarek mezin ji geştyaran berê dane Hewlêrê û bajarên Herêma Kurdistanê, ji 19ê mehê û heta 27 mehê, zêdetir ji 100 hezar geştiyaran serdana Hewlêrê kirine.

Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku tê pêşbînîkirin di rojên betlaneya cejnê de hejmara geştiyarên ku serdana Hewlêrê bikin, zêdetir bibe.

Tekez kir jî: “Ewlehî, aramî û xwezaya xweş a Kurdistanê sedemên wê yekê ne ku geştyar ber bi wê ve diçin.