Wezareta Tenduristiyê amarên tûşbûyên taya xwînberbûnê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, li Herêma Kurdistanê ji koma 25 haletên gumanlêkirî yên taya xwênberbûnê, 12 halet piştrastkirî hene, her wiha 5 pêketiyê vê nexweşiyê jî canê xwe jidest dane.

Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzincî di çarçoveya serdana Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Hewlêrê de di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Armanca me ji van serdanan ew e ku em di rojên betlaneyê de ji nêzîk ve çavdêriya rewşa nexweşan bikin, ku divê xizmet berdewam bin, di heman demê de armancek me ya taybetî li nexweşxaneyê hebû, ku em ji nêzîk ve çavdêriya nexweşên taya xwînberbûnê bikin û bizanin rewşa çareseriyê çawa birêve diçe.”

Diyar kir jî, “Ev nexweşî niha taybetmendiya xwe heye, ji ber ku em di nava Cejna Qurbanê de ne û mirov qurbanan dikin. Me rênîşandan dane ku divê ajel bi awayekî saxlem li cihên fermî yên di bin çavdêriya tenduristî û beytar de bên serjêkirin, ne ku her kes li malê serjê bike. Ev nexweşî xeternak e û her roj halet hene.”

Dr. Saman Berzincî da zanîn jî, “Li Herêma Kurdistanê ji koma 25 haletên gumanlêkirî yên taya xwênberbûnê, 12 halet piştrastkirî hene, her wiha 5 pêketiyê vê nexweşiyê jî canê xwe jidest dane.”

Wezîrê Tendirustiyê got jî: “Ev nexweşî, nexweşiyeke metirsîdar e, em ditirsin ku belav bibe û zêde bibe, ji ber ku li parêzgehên Iraqê hejmar haletan pir zêde ye, zêdetirî 700 haletên gumanbar û zêdetirî 261 haletên piştrastkirî hene û 61 nexweş jî bi taya xwînberbûnê canê xwe jidest dane.”

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegirtin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Ji bo dermankirina vê nexweşiyê, divê testên xwînê bêne kirin û nexweş ji nexweşên din were veqetandin, ji ber ku dibe nexweşî bi rêya pelandin, xwîn û pîsatiyê derbasî kesên din bibe.