PAK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 98 saliya îdamkirina Şêx Seîd de daxuyaniyek belav kir û ji dewleta Tirkiyê xwest ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere bike.
Şehîd Şêx Seîd Efendî
Şehîd Şêx Seîd Efendî

Navenda Nûçeyan (K24) – Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di 98 saliya îdamkirina Şêx Seîd de daxuyaniyek belav kir û ji dewleta Tirkiyê xwest ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere bike.

Di daxuyaniya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê de hatiye destnîşankirin ku Şêx Seîd û hevalên wî di encama dadgehîkirineke derveyî yasayî de ji aliyê dadgeheke derveyî yasayî ya ku hiqûqa navdewletî binpê kiriye, hatin îdamkirin.

PAKê diyar kir ku divê dewleta Tirkiyê ji ber van darvekirinan lêborîna xwe ji gelê Kurdistanê bixwaze û cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere bike.

Daxuyaniya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) wiha ye:

Serokê Tevgera Netewî ya Kurd a 1925an Şêx Seîd û 46 hevalên xwe 98 sal berê di roja 29.06.1925ê da, ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve hatin darvekirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke qorsan ve bi şêweyekî bêhiqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkiyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekiriye.

Dewleta Tirkiyê, divê ji ber van darvekirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelê Şêx Seîd, Seyîd Riza , Xalid Begê Cibrî, Yusûf Ziya Beg, Dr. Fûad, Şêx Eyub, Seyîd Abdulkadîr, Hecî Axtî  û hevalên wan, cîhê mezelê Seîdê Nûrsî aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran neviyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadiya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistaniyan, li hêviya azadiya Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke siyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 98emîn salvegera darvekirina wan da em Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên bi wî re hatine darvekirin û Xalid Begê Cibrî , Yusuf Ziya Beg, Elî Riza Beg, Bahaddîn Beg, Faîk Beg, Mele Evdirrehmanê Şirnexî, Dr. Fuad, Şêx Eyub, Hecî Axtî, Seyid Abdulkadîr  û  bi deh hezaran Kurdên ku di dema serîhildanê û di du salên piştî serîhildanê de hatine qetil kirin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.

29.06.2023

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê