Zanyariyên nû li ser wî Iraqiyê ku li Swêdê Qurana pîroz şewitand

Selwan Momîka yê temen 37 salî, ew penaberê Iraqî ye ku di roja yekem a Cejna Qurbanê de li bajarê Stockholmê yê Swêdê, Qurana pîroz şewitand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Selwan Momîka yê temen 37 salî, ew penaberê Iraqî ye ku di roja yekem a Cejna Qurbanê de li bajarê Stockholmê yê Swêdê, Qurana pîroz şewitand.

Selwan Momîka li ser hejmara xwe ya facebookê, xwe wek keselî lîberal û bêbawer daye nasandin û li gor gotina wî, ew Damezrîner û Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî bûye di salên 2014 heta 2018an de, niha jî endamê Partiya Demokrat a Swêdê ye.

Rojnamevan Welîd Mîqdadî ji kanala RT Arabic re li ser wî penaberê Iraqî gotiye, Selwan xelkê parêzgeha Neynewayê ye û pêştir serokê yekeyeke çekdarî bûye bi navê "Suqûr El Suryan" ku ji bo rizgarkirina deşta Neynewayê ji destê çekdarên DAIŞê hatiye pêkanîn.

Herwiha diyar kiriye ku di sala 2017an de Selwan li Iraqê bi tometa encamdana tawana şer hatiye desteserkirin, lê belê bi destwerdana navdewletî hatiye berdan û piştre berê xwe daye welatê Swêdê û "li wir bûye endamê partiyeke regezperest".

Selwan Momîka di 6ê Sibata îsal de ji desthilatdarên Swêdê daxwaz kiriye ku rê bidin Quranê bişewitîne, lê belê wê demê ji ber tirsa derketina kêşeyên ewlehiyê, daxwaza wî hatiye redkirin, piştre li Dadgeha Îdarî doz vekiriye û li wir rizamendî li ser encamdana wî karî wergirtiye.

Rojnamevan Welîd Mîqdadî di wê baweriyê de ye ku Selwan tenê ji bo binavûdengbûnê vî karî dike û dibêje "reftarên belawela yên Selwan derdixe holê ku di siyasetê de şareza nîne".

Roja 28ê Hezîranê, Iraqiyê bi navê Selwan Momîka di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.

Êvara roja Pêncşemê 29ê Hezîrana 2023an, Lijneya Navendî ya Tevgera Sedir di daxuyaniyekê de eşkere kir, îro Înê di demjimêr 17:00 heta 16:00an, xwepêşandana hêrsa milyonî ya alîgirênSedir li Bexda û li ber Balyozxaneya Swêdê li dijî şewitandian Qurana pîroz dest pê dike.

Di daxuyaniyê de ji xwepêşanderan hatiye xwestin ku rêyan negirin û nabe ala Swêdê bişewitînin, tenê dikarin ala hevregezbaziyê bişewitînin.

Herwiha bikaranîna ala Seraya Selam, gotinên dirûşm û bilindkirina hemû cûre wêneyan hatiye qedexekirin.