Peyama Wezareta Derve ya Swêdê li ser şewitandina Qurana pîroz

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Balyozê Iraqê yê li Stockholmê li ser bêrêzîkirina li Qurana pîroz li paytexta Swêdê, peyamek ji Wezareta Derve ya Swêdê wergirtiye.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Balyozê Iraqê yê li Stockholmê li ser bêrêzîkirina li Qurana pîroz li paytexta Swêdê, peyamek ji Wezareta Derve ya Swêdê wergirtiye, ku arasteyî welatên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, di peyama Wezareta Derve ya Swêdê de hatiye diyarkirin: “Hikûmeta Swêdê daxwaza lêborînê dike li ser wê bûyera ku di roja 28ê Hezîranê de rûda, ku yekem roja Cejna Qurbanê bû.”

Wezareta Derve ya Swêdê tekez kiriye, Hikûmeta Swêdê kiryarên ku li dijî Îslamê ne, red dike û piştevaniya wan nake û çavê xwe jî li ber wan nagire.

Hatiye destnîşankirin ku Hikûmeya Swêdê ji nîgeraniyên Misilmanên Swêdê û welatên din ên cîhanê fêm dike, ku hest bi wê yekê dikin ku bêrêzî li hember ola wan hatiye kirin.

Hat eşkerekirin ku Polîsê Swêdê di çarçoveya yasaya tawan rik û kînê, lêpirsînê li ser vê mijarê dike.

Di peyama Wezareta Derve ya Swêdê de hatiye diyarkirin, ku li Swêdê xwepêşandan û azadiya ramanan mafên destûrî ne, polîs jî bi awayekî serbixwe biryar ku ser dayîna rizamendiyê ji bo xwepêşandanê dike, herwiha Wezareta Derve ya Swêdê ji polîsê welatê xwe re ragihandiye ku divê hemû aliyan li ber çavan bigre.

Ji aliyê xwe ve, Ehmed Sehaf tekez kiriye ku Wezareta Derve ya Iraqê rijd e li ser wê yekê ku Hikûmeta Swêdê, welatiyê Iraqê Selwan Momîka ku Qurana pîroz şewitand, radestî Iraqê bike, da ku li gor yasaya Iraqê cezayê xwe werbigre.

Roja 28ê Hezîranê, Iraqiyê bi navê Selwan Momîka di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber mizgeftekê li Stockholma paytexta Swedê, Qurana pîroz şewitand.

Selwan Momîka di 6ê Sibata îsal de ji desthilatdarên Swêdê daxwaz kiriye ku rê bidin Quranê bişewitîne, lê belê wê demê ji ber tirsa derketina kêşeyên ewlehiyê, daxwaza wî hatiye redkirin, piştre li Dadgeha Îdarî doz vekiriye û li wir rizamendî li ser encamdana wî karî wergirtiye.