Di zivistana par de li Tirkiyê 1.3 milyon kes bê gaz mabûn

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Di daneyên Saziya Dirûstkirina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyê de hate dîtin ku di nava salekê de 1 milyon û 300 hezar zedetir gaza sirûştî ya welatiyan hatiye birîn û çile di bin sermayê de derbas kirine. Welatî û eniya muxalefetê bangê li desthilatê dikin da ku ev kêşe bê çareserkirin û di mehên pêş yên çile de zar û zêç di sermayê de nemînin. 

Li gorî amarên fermî yên Saziya Dirûstkirina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyê ya sala 2023an (EPDK) di nava salekê de gaza sirûştî ya 1 milyon û 311 hezar kesî hatiye birîn ji ber sedema ku welatî nikarin fatûreyên xwe razînin.

Di raporta Saziya Dirûstkirina Bazara Enerjiyê ya Tirkiyê de atiye destnîşankirin ku di 3 salên dawîn de li hejmara heyî tam 470 hezar kesên din jî zêde bûne ku gaza wan ya siruşî hatiye birîn ji ber sedemên qeyrana aboriyê.

Di tomarên fermî de xuya dibe ku li Tirkiyê 18 milyon û 900 hezar aboneyên gaza sirûştî hene. Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Ahmet Akin diyar dike; li gorî daneyên hatine parvekirin di sala 2023an de rêjeya welatiyên ku gaza wan hatye birîn ji sedî 56 bilind bûye yanî ji 14 welatiyan her yek jê bê gaza sirûştî mane ji ber ku fatûreyên xwe ranezandine.

Komeleyên berxwiran û welatî digel eniya muxalefetê bangê li hikûmetê dikin û dibêjin; beriya çile bê û serma dest pê bike divê ev kêşeya fatûreyên gaza sirûştî bê çareserkirin da tendûristiya welatiyan di mehên sar de nekeve bin metirsiyê.