Serokê nû yê Amedsporê hat diyarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Amedspor li Saziya Werzişî ya Şexmûs Ozer, 7emîn Kongreya xwe Awarte lidar xist û rêvebiriya nû destnîşan kir.

Kongre bi beşdarya nûnerên saziyên sivîl, karsaz, werzişkar û alîkarên Amedsporê hat lidarxistin. Di encama Kongreyê de jî Karsazê Kurd, Ezîz Elaldi wek serokê nû yê Amedsporê hat hilbijartin.

Beşdarên Kongreyê bal kişandin ku Amedspor ji tîmeke werzişî zêdetir e û hezkirina dilê bi milyona ye. Loma jî divê piştgiriya Amedsporê bê kirin û Amedspor jî çewa ku heta îro nûnertiya gelek nirxan kiriye, dê ji niha û pêve jî nûnertiya nirxên civak û alîgirên xwe bike.

Serokê nû yê Amedsporê Ezîz Elaldi jî di axaftina xwe ya li Kongreyê de da zanîn di serdema nû de, armanca serekî dê bidestxistina pehlewanî (şampiyonî) û serkeftinên werzişî be.

Ezîz Elaldi hem ji pêkhateyên bajêrê Diyarbekirê û alîgirên Amedsporê hem jî ji hikumeta Tirkiyê û rêvebirên heremî daxwaza piştgirîdayîna Amedsporê kir.