Desteya Geştûguzariyê: Plana pêşwazîkirina geştyaran bi awayekî serkeftî û bê kêmasî hat cîbicîkirin

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, di rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê de, nêzîkî 689 hezar û 889 geştyaran serdana bajar û seyrangeh û navçeyên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine.

Li gor amarên Desteya Geştûguzariyê ya li Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, di nava şeş rojan de (ji 26 Hezîranê heta 1ê Tîrmehê) 689 hezar û 889 geştyaran li cihên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ku ji geştyarên navxwe yên Herêma Kurdistanê û başûr û naverasta Iraqê û derveyî Iraqê pêk tên.

Hat destnîşankirin ku ji bo rojên bêhnvedana Cejna Qurbanê, Desteya Geştûguzariyê bi hevahengiya ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêmê û sektora taybet, amadekariyên temam ji bo pêşwazîkirina geştyaran bi awayekî şaristanî kirine û hemû hewlên xwe ji bo pêkanîna hewayeke aram û libar ji bo geştyaran girtine ber xwe, ku plana pêşwazîkirina geştyaran bi awayekî serkeftî û bê kêmasî hatiye cîbicîkirin û ti bûyereke nexwestî rû nedaye.