Hejmara kuştiyên operasyona artêşa Îsraîlê ya li Cinînê zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro Sêşemê ragihand, hejmara kuştiyên operasyona leşkerî ya Israîlî li Cinînê giheştiye 10 kesan û zêdetir ji 100 birîndarî jî bûne, rewşa 20 birîndaran giran e.

Ji duhî danê sibê ve artêşa Îsraîlê li kampa Cinînê dest bi operasyonekê kir û hin cih di nava kampê de bombebaran kirin.

Li gorî medyaya Erebî, demjimêrêm şevê de dengên teqîn û pevçûnên çekdarî li kampê hatin bihîstin, îro bi danê sibê re jî bi dehan otombîlên leşkerî derbasî nava kampê bûn.

Hat gotin jî, Heyva Sor a Filistînê ji encama operasyona leşkerî ya Îsraîlî , zêdetir ji 500 malbatan ji hundirê kampa Cinîn derxistin, her wiha alîkariyên lezgîn jî ji bo wan gihandin Cinînê.

Cîgirê Parêzgarê Cinînê Kemal Ebû El-Reb ji “AFP” re got: “Heta niha nêzî 3 hezar kes ji kampê derketine û amadekarî têne kirin ji bo wan li dibistan û stargehên din ên li Cinînê bi cih bikin.”

Derbarê vê operasyona Îsraîlê de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de got: “Hêzên me ketin hêlîna terorîstan li Cinînê, navendên fermandariyê wêran kirin û hejmareke mezin ji çekan desteser kirin.”

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê Mehmûd Ebas bang li Netewên Yekgirtî û civaka navdewletî kir ku bilez destêwerdanê bikin, da ku Îsraîlê neçar bikin koçberkirina niştecihên kampa Cinîn rawestîne.

Cinîn bajarê herî mezin ê li Kenara Rojava ya Desthilata Filistînê ye û 75 km li bakurê Qudisê dikeve. Kampa Cinînê jî di sala 1953an de hate vekirin û Filistîniyên ku di sala 1948an ji Kirmil û Heyfayê koçber bûne, lê bicih dibin. Li gorî amaran jî, niha 14 hezar kes lê dimînin.