Artêşa Îsraîlê ji Cinînê vedikişe

Navenda Nûçeyan (K24) – Radyoya artêşa Îsraîlê ragihand, artêşa Îsraîlê piştî du rojan ji operasyonê dest bi vekişîna ji kampa penaberan a Cinînê kir.

Li gorî radyoya artêşa Îsraîlê, bi vekişîna leşkeran ji kampa Cinîn re, operasyonên wan ên li wê navçeyê bidawî dibe.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniyê ya Filistînê ragihand, leşkerekî Îsraîlî li Kenara Rojava di şerê bi Ketîbeyên Qassam re hatiye kuştin.

Di du rojên borî de artêşa Îsraîlê li kampa Cinînê dest bi operasyonekê kir û hin cih di nava kampê de bombebaran kirin, di encamê de jî, 12 Filistînî hatin kuştin û zêdeyî 100 kesên din jî birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî gotibû: “Hêzên me ketin hêlîna terorîstan li Cinînê, navendên wan wêran kirin û hejmareke mezin ji çekan desteser kirin.”

Cinîn bajarê herî mezin ê li Kenara Rojava ya Desthilata Filistînê ye. Kampa Cinînê jî di sala 1953an de hate vekirin û niha dora 14 hezar kesan lê dimînin.