Anadolu: MÎTê Berpirsekî PKKê li Silêmaniyê kuşt

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa “Anadolu” ya Tirkiyê ragihand, ajansa îstixbarata Tirkiyê (MÎT) berpirsekî PKKê li Silêmaniyê kuşt ku wî biryara kuştina dîplomatê Tirk Osman Kose daye.

Ajansa “Anadolu” ragihand, ajansa îstixbarata Tirkiyê (MIT) berpirsê îstixbarta PKKê li Iraqê yê bi navê Celal Kaya li Silêmaniyê kuşt.

Diyar kir jî, Celal Kaya plansazê bûyera kuştina dîplomatê tirk Osman Kose bû.

Dîplomatekî Tirk û karmendê Konsulxaneya Tirkiyê li Hewlêrê Osman Kose di Tîrmeha 2019an de di êrîşekê de hatibû kuştin.

Di heman bûyerê de 2 welatiyên Kurd yên bi navên Nerîman Osman Mihemed Elî û Beşdar Ramazan Salih jî hatin kuştin.