Muhammed Şerîf Aydin bo K24: Geştên asmanî yên navbera Diyarbekir û Hewlêrê dest pê dikin

Diyarbekir (K24) - Serokê Şaxa Diyarbekirê yê AK Partiyê Muhammed Şerîf Aydin ragihand, dê di demeke nêz de dîroka dubare destpêkirina geştên asmanî yên rasterast ên navbera Diyarbekir û Hewlêrê were eşkerekirin.

Muhammed Şerîf Aydin li ser pirsa Kurdistan24ê ya geştên asmanî yên navbera Diyarbekir Hewlêrê de da zanîn ku wî li gel her sê parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekir bi Wezîrê Veguhastinê Abdulkadîr Uraloglû re hevdîtin pêk aniye û dê di demeke nêz de jî dîroka dubare destpêkirina geştên asmanî yên rasterast navbera Diyarbekir û Hewlêrê were eşkerekirin. Aydin her wiha da zanîn ku dê geştên asîmanî yên rasterast bo  Stockholm û Viyanayê jî dest pê bikin.

Aydin ragihand: “Min û 3 Parlementerên Ak Partiyên yên Diyarbekir me li gel Wezîrê Veguhastinê hevdîtinek pêk anî û me jê re behsa giringiya geştên asîmanî yên rasterast ên navbera Hewlêr û Diyarbekirê de kir. Wî jî erênî bersiva me da. Em hêvî dikin ku demek nêz de dîroka dûbare destpêkirina geştên asîmanî yên navbera Hewlêr-Diyarbekirê de were aşkerekirin. Ev yek bo bazirganî û geştiyariyê bo herdû aliyan jî gelek girîng e.”