Serokwezîrê Îsraîlê: Hizbullah welatiyeke Îsraîlî li Iraqê revandiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîl ragihand, Elizabeth Tsurkov ku welatiya Îsraîlî û Rûsyayê ye, ji 4 mehan ve li Iraqê hatiye revandin û heta niha jî di destê mîlîşyaya Hizbullah de ye.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand, Elizabeth Tsurkov hîn di jiyanê de ye û Iraq ji ewlehiya wê berpirsiyar e.

Ofîsa Netanyahu got: “Elizabeth bi pasaporta xwe ya Rûsî ji bo xebatên akademîk û lêkolînan serdana Iraqê kiriye.”

Hat gotin jî, Elizabeth Tsurkov li zanîngeha Brixton xwendekara doktoraya zanistên siyasî ye.

Berpirsên Îsraîlê jî piştrast kirin ku Elizabeth Tsurkov ne ajaneke Mossada Îsraîlê ye, lê belê welatiyeke sivîl e û li Iraqê xebatên akademîk û lêkolînan dike.

Hizbullaha ku Îran piştgirîya wê dike, mîlîşyayeke Şîe ya Îraqî ye û ji aliyê Amerîka ve wek "komeke terorîst" hatiye binavkirin.

Desteya Weşana Giştî ya Îsraîlê diyar kir, “Îsraîl bi hevkariya Washingtonê kar ji bo azadkirina Elizabeth Tsurkov dike.”