Ehmed Berwarî: Yekîtiya Ewropayê veberhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê dike

Balyozê Iraqê yê li Yekîtiya Ewropayê Ehmed Berwarî ragihand, di civîna navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de tekezî li ser hevahengî û hevkariya di warê aborî û veberhênanê de ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.
Balyozê Iraqê yê li Yekîtiya Ewropayê Ehmed Berwarî
Balyozê Iraqê yê li Yekîtiya Ewropayê Ehmed Berwarî

Bruksel (K24) – Balyozê Iraqê yê li Yekîtiya Ewropayê Ehmed Berwarî ragihand, di civîna navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de tekezî li ser hevahengî û hevkariya di warê aborî û veberhênanê de ligel Iraq û Herêma Kurdistanê kirine û dibêje, Yekîtiya Ewropayê veberhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Îro 6ê Tîrmeha 2023an, Balyozê Iraqê yê li Yekîtiya Ewropayê Ehmed Berwarî ji Kurdistan24ê re ragihand, di civîna welatên Yekîtiya Ewropayê de behsa pêşketina Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin, herwiha behsa pêşveçûna pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

Ehmed Berwarî diyar kir, Yekîtiya Ewropayê behsa pêşketinên Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye, amadebûna hevahengî û hevkariyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warê aborî û veberhênanê de nîşan dane.

Berwarî eşkere kir, welatên Yekîtiya Ewropayê niha rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê guncaw dibînin, herwiha pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê niha di asteke baş de ye loma ew amade ne ji bo hemû hevahengî û hevkariyek û dibêje: “Yekîtiya Ewropayê veberhênanê li Iraq û Herêma Kurdistanê dike.”