Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên çekdarên DAIŞê radestî Kanadayê kirin

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê pênc welatiyên Kanadayê yên ji malbatên DAIŞê radestî Kanadayê kirin.
wêne: arşîv
wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê pênc welatiyên Kanadayê yên ji malbatên DAIŞê radestî Kanadayê kirin.

Desteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, ji bo vegerandina jin û zarokên malbatên DAIŞê ji kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, şandeke Kanadayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel rayedarên Rêveberiya Xweser civiya.

Li gor zanyariyan, piştî civînê û hevahengiya herdu aliyan, 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞê yên welatiyên Kanadayê, radestî Kanadayê hatin kirin.

Roja 4ê Tîrmeha 2023an, Wezareta Derve ya Fransayê jî ragihand, di çarem operasyona hevşêwe de karîne 10 jin û 25 zarokên çekdarên DAIŞê ji Kampa Holê ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê ve bo Fransayê vegerînin.

Kampa Holê dikeve parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, li gor amaran zêdetirî 50 hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê tê de hene û beşeke mezin a ji wan jin û zarokan, xelkê welatên rojava ne.