Bêdengiya cîhanê li hember trajediya 50 penaberên Kurd berdewan dike

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Bêdengiya cîhanê ya ji bo 50 penaberên Kurd berdewan dike ku di nava wan zarok û jin jî hene. Penaberên Kurd dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê da ku li wan xwedû derkeve. Li ser serîlêdana komeleyên navdewletî Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê daxwaza pasaaport û nasnameya penaberên Kurd kir.

Trajdiya nêzîk 50 penaberên Kurd ku li grava di navbeyna Tirkiye û Yewnanîstanê de asê mane û di nava wan zarok jin û jinên dûcan jî hene berdewam dike. Ji bo cîbicîkirina mafên penaberên Kurd û qebûlkiirna wan ji bo Yewnanîsyanê Dîrektoriya Parêzgariya Girtiyên Navdewletî ya Asyayê serî li Dadgeha Mafên Mirovan xist. Parêzerê Navdewletî û Dîrektorê Parêzgarê Girtiyên Navdewletî yê Asyayê diyar kir mafên mirovan, mafên jidayikbûnê ne û beyî cûdabûn bê kirin di nava ziman, nasname û nîjadê de herkes wekheve û xwedî wan mafan e.

Dîrektorê Parêzgarê Girtiyên Navdewletî yê Asyayê Kurtuluş Baştimar ji K24ê re got: “50 penaberên Kurd bi trajediyeke mirovî re rû bi rû ne. Yewnanîistan bi zanebûn xwe li vê meselê ker dike. Dema mesela Kurd in em dibînin ku demokrasiya Ewrûpayê çiqasî derewîne hemû dikevin bêdengiyekê. Ew penaberên Kurd di bin zilmekê de ne niha, ev trajediyeke. Lê ya ji vê trajidiyê mestir jî bêdengiya Ewrûpa û rêxistinên wan e.”

Dîrektorê Komeleya Ramanê dibêje; ji Kurdên Bakur, Rojava û heta Başûr û yên li Ewrûpayê dijîn digel saziyên Kurdan bi erka mirovî tevbgerin û li penaberên Kurd xwedî derkevin.

Dîrektorê Komeleya Ramanê Bedir Mela Reşîd dibêje: “Penaber bi tevahî bi taybet jî penaberên Kurd bi taybetî bê kes mane li wê derê. Wek herdem çawa ku jiyana xwe di deryayê re ji dest didin li çola rê li wan tê birîn heta hinek bi wan digihên gelek zor û zehmetkariyan derbas dikin ji ber ku welatek li wan xwedî dernakeve.”

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê li ser serîlêdana Dîrektoriya Parêzgariya Girtiyên Navdewletî ya Asyayê daxwaz kir ku heta 19ê Tirmehê passaport û nasnameyên penaberên Kurd ji bo wan bê şandin.

Li beramberî trajediya mirovî ya penaberên Kurd ku zêdetirî 10 rojan in li giraveke Yewnanîstanê asê mane û herwiha neçar in hem aktîvîstên mafên mirovan hem jî komeleyên penaberan yên navdewletî li dijî Yewnanîstanê reaksiyonê nişan didin û dixwazin di zûtirîn katê de mafên Kurdên penaber were pejirandin.