HSD red dike ku şervanên wê beşdarî şerê li Ukraynayê bûbin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red dike ku şervanên wê di şerê Ukraynayê de beşdar bûbin, piştî raporteke ajanseke Rûsî ku ew hêz bi şandina bi sedan şervanên HSDê bo Ukraynayê tawanbar kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê duhî 8ê Tîrmeha 2023an di daxuyaniyekê de ragihand: "Hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên çêkirî û sexte derbarê beşdarbûna şervanên me di şerê li Ukraynayê de belav kirin. Em piştrast dikin ku ev nûçe derew in û ti bingehê wê di rastiyê de nîne û ji aliyê aliyên ku bi jêderên xwe yên erzan tên naskirin ve tên weşandin.

HSDê tekez kir: “Ev tevgerên ku tên îdiakirin ne li gorî pîvanên niştimanî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên têkoşîna di nava xaka Sûriyê ji bo parastina herêmê û gelê wê de ne û hêzên me bi mijarên din ên derveyî Sûriyê re têkildar nabin.”

Ev daxuyaniya HSDê piştî wê tê, ajansa Rûsî “Sputnik” roja Înê raporek belav kir û li ser zarê hin çavkaniyan got ku “Artêşa Amerîkayê 650 çekdarên HSDê şandine Ukraynayê.”