Nûnerê Putîn astengiyên li pêş asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê aşkere dike

Alexander Lavrentiev
Alexander Lavrentiev

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Aleksander Lavrentiev radigihîne, di rêya asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de zehmetiyên taybet hene, di nav wan de hebûna artêşa Tirkiyê li ser axa Sûriyê ye.

Lavrentiev di hevpeyvînekê ligel “Al-Arabiya.net” de ragihand, ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de xebateke berfireh tê kirin û piştî bidawîhatina wê, em ê encaman bigihînin serokên dewletan ta ku hûrgilî û dîroka hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed diyar bikin.

Lavrentiev got ku di rêya asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de zehmetiyên taybet hene, di nav de hebûna artêşa Tirkiyê li ser axa Sûriyê.

Her wiha got: “Ev pêvajo mehane bi pêş dikeve, di destpêkê de li ser asta pisporan civînek hat lidarxistin, piştre li ser asta wezîrên berevaniyê civînek sêalî, piştre jî li ser asta wezîrên derve ku cîgirên wezîran raspardin ku nexşerêyekê destnîşan kirin. Niha kar ji bo aktîvkirina nexşerê tê kirin û dema ku karê xwe bi dawî bînin dê serok ji encaman agahdar bibin, da ku civînekê li ser asta serokan di navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed û bi amadebûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bê kirin.”

Lavrentiev bal kişand ser wê yekê ku hin aloziyên girêdayî pêwendiya di navbera Tirkiyê û komên ku wan deveran kontrol dikin de hene, û ev kar têra xwe zehmet e, lê ew ê bi hevahengîiya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de û navbeynkariya leşkerên Rûsî çareser bikin.