Kabîneya Nehem.. Pirrengkirina jêderên dahatê

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirrengkirina jêderên dahata Herêma Kurdistanê, pêngaveke stratejîk e ku Kabîneya Nehem kar li ser wê yekê dike da ku piştbestina bi petrolê weke jêdereke sereke ya dahatê kêm bike.

Xerciya mehane ya Herêma Kurdistanê nêzîkî 1.2 trîlyon dînar e, ku nêzîkî 350 milyar dînar ji dahata navxweyî tê dabînkirin, ku dike nêzîkî %29ê dahata giştî. Li gorî salên borî jî, asta dahata navxweyî %100 zêde bûye.

Jêderên herî girîng ên dahata Herêma Kurdistanê ji derveyî petrolê ji (bac, gumrik, dahata wezaretên navxwe, şaredarî, elektrîk, tendirustî, dad, bazirganî û hatûçûnê û saziyên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê) ne.

Her wiha Herêma Kurdistanê bûye navendeke girîng a tranzît û bazirganiyê û bi giştî qebareya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û welatên din de nêzîkî 25 milyar dolar e û sala borî jî nirxa bazirganiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de 12 milyar dolar bû.

Di heyama Kabîneya Nehem de, zêdetirî 13.5 milyar dolar li Herêma Kurdistanê veberhênan hatiye kirin, ku dike nêzîkî %20 ji tevahiya proseya veberhênanê ya di heyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê de. Tenê di Kabîneya Nehem de nêzîkî 120 hezar derfetên kar ji bo destê karê navxweyî hatine peydakirin.

Di warê çandiniyê de jî, Kabîneya Nehan kar ji bo bihêzkirina jêrxana çandiniyê û handana veberêneran û cotkaran ji bo zêdekirina asta berhemanîna navxwe dike. Di sektora geştiyariyê de jî asankarî ji bo veberhêneneran hatiye kir ku tenê sala borî nêzîkî şeş milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine û nêzîkî 1.5 milyar dolar dahat ji bo Herêma Kurdistanê hatiye.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi giringîdan bi deriyên sînorî û firokexaneyên Herêma Kurdistanê, asta tevegra bazirganî û hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê zêde bûye, ku bandoreke erênî li ser vejandina sektora geştiyariyê, veberhênanê û sektorên din, dike.