Dara Celîl Xeyat: Di Kabîneya Nehem de 6000 kompaniyên nû hatine damezrandin

Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat ragihand, di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de şeş hezar kompaniyên nû hatine damzerandin.

Hewlêr (K24) – Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê Dara Celîl Xeyat ragihand, di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de şeş hezar kompaniyên nû hatine damzerandin, ku 150 kompanî biyanî ne, herwiha diyar kir ku di vê kabîneyê de liv û tevgerên bazirganiyê ligel welatên Kendav dirust bûye.

Dara Celîl Xeyat ji Kurdistan24ê re ragihand, di nava çar salên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nêzîkî şeş hezar kompaniyên nû hatine damzerandin, ku 150 kompanî biyanî ne, herwiha diyar kir ku di vê kabîneyê de liv û tevgerên bazirganiyê ligel welatên Kendav û cîhanê dirust bûye.

Serokê Yekîtiya Jûrên Bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê bal kişand ser wê yekê ku projeyek heye ji bo dirustkirina navçeyeke nû ya pîşesaziyê li Hewlêrê, ku nêzîkî şeş hezar donim dibe ji bo wan kompaniyên nû yên ku têne damezrandin, kar bikin.