Osman Mihemed: Ji 35 xalên çaksaziya li Wezareta Pêşmerge 27 xal hatine cîbicîkirin

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyarî û Niştimanî yê li Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed diyar kir, di dema Kabîneya Nehem de Wezareta Pêşmerge di warê çaksaziyê de pêngavên baş avêtine.

Hewlêr (K24) – Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyarî û Niştimanî yê li Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed diyar kir, di dema Kabîneya Nehem de Wezareta Pêşmerge di warê çaksaziyê de pêngavên baş avêtine û piraniya xalan cîbicî kirine, herwiha di vê kabîneyê de heşt lîwayên nû yên Hêzên Pêşmerge hatine dirustkirin.

Osman Mihemed ji Kurdistan24ê re ragihand, çar salên borî yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Wezareta Pêşmerge gelek pir bi liv û tevger bû, beşek ji proseya çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge bi rêya dirustkirina rêveberiyên taybet bi çaksaziyê dest pê kir, ku di destpêkê de 35 xal wek xalên karkirinê hat destnîşankirin.

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyarî û Niştimanî yê li Wezareta Pêşmerge eşkere kir ku di dema çar salên borî de ji 35 xalan, 27 xal hatin cîbicîkirin, bi awayekî ku Rêveberiya Jimêryariya Serbazî mûçeyên hêzên Pêşmerge kire bi hejmara bankî, vê jî hêsankariyeke baş ji bo hêzên Pêşmerge kir, da ku her Pêşmergeyek biçe mûçeya xwe ji bankayê bikşîne.

Mihemed diyar kir ku di Kabîneya Nehem de hevtêgihiştina hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hatiye îmzekirin, bi taybetî ligel Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê.