Kabîneya Nehem.. Pêşvebirina sektora tendirustiyê

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarkirinê ve, girîngîdan û pêşvebirina sektora tendirustiyê kire xema sereke û ji karên xwe yên herî pêşîn.

Hewlêr (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka destbikarkirinê ve, girîngîdan û pêşvebirina sektora tendirustiyê kire xema sereke û ji karên xwe yên herî pêşîn û ligel belavbûna vîrusa Koronayê jî, bi qasî şiyana xwe ligel rêkarên tendirustiyê yên cîhanî û pêngavên pesendkirî li saziyên tendirustiyê yên fermî, bi awayekî serkeftî xebitî ji bo dabînkirina pêwîstiyên tendirustiyê û vaksînê ji bo rêgirtina belavbûna zêdetir a vîrusê.

Tevî qeyranan û dijwariya rewşa aboriyê û sînordarkirina alîkariyên tendirustiyê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî û bihêzkirina jêrxana tendirustiyê, cihê girîngî û karê li pêşîne yê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Di nava çar salên Kabîneya Nehem de, 13 nexweşxaneyên nû hatin çêkirin ku bi vê, hejmara nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê gihîşte 45 nexweşxanetan û di çendîn warên din de jî, her di dabînkirina amûr û pêwîstiyên bijîşkî de, datayên fermî yên Wezareta Tendirustiyê derdixin holê ku sektora tendirustiyê ku pêwendiya wê ya rasterast bi jiyana xelkê heye, beşek bû ji bername û plana taybet a Kabîneya Nehem.

Di heman demê de dirustkirin û nûjenkirina bi dehan binkeyên tendirustiyê û taqîgehên bijîşkî yên cûr bi cûr, beşeke din a pêngavên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ji bo pêşxistina sektora tendirustiyê, herwiha bi damezrandina 26 kargehên oksîjenê, hejmara kargehên veberhênana oksîjenê gihande 41 kargehan, herwiha bi zêdekirina 46 qeryoleyên çavdêriya hûr, hehmara qeryoleyên çavdêriya hûr li nexweşxaneyên giştî bo 337 qeryole hat zêdekirin.

Di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de malbatên şehîdan û enfalkiriyan (dayîk, bav, hevjîn, keç, kur, xwişk, bira) û zindaniyên siyasî (ewên mînheya mehane werdigrin) ji heqê pişkinîn, tedawî û neştergeriya li nexweşxane û binkeyên tendirustiyê yên hikûmî yên Herêmê hatine bexşandin.

Herwiha bi nêrîna berpirsyariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember dabînkirina xizmetguzariya bijîşkî ji bo zarokên otîzm, bi liberçavgirtina rewşa darayî ya malbatên wan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da li ser encamdana pişkinîn û tedawîkirina zarokên otîzm li hemû nexweşxaneyên hikûmî bêberamber.

Derbarê dermanana de jî, cara yekm di ezmûna hikumraniya Herêma Kurdistanê de Kabîneya Nehem nirxê dermanan yek kir û bi kalîte û standarda cîhanî dikevin bazarên Herêma Kurdistanê. Ji bo vê mebestê jî, bi rêya Wezareta Tendirustiyê ve bi îhaleya dabînkirina dermanan, nirxê 230 cûreyên cuda yên dermanan li hemû Herêma Kurdistanê têne yekkirin û Wezareta Tendirustiyê li şûna saziyên din ên tendirustiyê, dermanan dabîn dike û hemû kompaniyên naxwe û navdewletî dikarin di vê proseyê de daxwazê pêşkêş bikin, ku li gor rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo girêbestêb hikûmî, kar li ser tê kirin û rêkeftina wan jî bo dema du salan dibe.

Herwiha Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê derman û kompaniyên dermanan de ji bo standardkirina şêwaza depokirina babetên bijîşkî li balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê û damezrandina depoya navendî ya niştimanî ya taybet bi dermanan, xebitî.

Ji aliyekî din ve jî, Kabîneya Nehem kar kiriye li ser hemwarkirina rêznimayên dayîna destûra hawirdekirina xurekan bi rêya zanistî û rênimayên nû û hemwarkirina rênimayên dayîn û nûkirina kompaniyên dermanan û pêwîstiya bijîşkî û taqîgehî û amûra bijîşkî û ragirtina çalakiya hemû wan kompaniyên ku pabendî rênimayan nebûne.

Pêşkêşkirina xizmetguzariyên bijîşkî û dermanên pêwîst ji bo pêketiyên nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê bi berdewamî ji aliyê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û dabînkirina 2 milyon û 850 hezar û 383 dozên vaksîna dijî Koronayê, beşeke din a karên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.