Biden pêşwazî li biryara Erdogan a derbarê Swêdê de dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden pêşwazî li soza Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku daxwaza (protokola) endambûna Swêdê bo NATOyê ji Parlamentoya Tirkiyê re bişîne.

Biden duhî di daxuyaniyekê de got: “Em amade ne ku ligel Tirkiyê û Serokomar Erdogan kar ji bo pêşxistina berevanî û karîna rêgirtinê li herêma Euro-Atlantîk bikin.”

Biden destnîşan kir ku ew pêşwazî li daxuyaniya Tirkiye, Swêd û Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg dike ku Erdogan soz daye ku protokola endamtiya Swêdê bo NATOyê ji bo pesendkirinê bişîne parlamentoya Tirkiyê.

Ev yek piştî wê tê, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg duhî ragihand ku Tirkiyê endamtiya Swêdê ya NATOyê qebûl kiriye û belgeya pesendkirina endamtiya Swêdê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê bike.

Biryar e îro jî Sêşemê Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya Lûtkeya NATOyê ya li Lîtvanyayê de bi hev re bicivin.