Erdogan bo Biden: Em proseyeke nû didin destpêkirin

Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya lûtkeya NATOyê de li Vilinus a paytexta Lîtvanyayê ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden civiya.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir: “Ez di wê baweriyê de me di çarçoveya mekanîzamaya stratejîk de êdî dor hatiye gotûbêjên di asta serokan de. Ez vê hevdîtina di asta NATOyê de wek pêngava yekem a vê proseyê dibînim.”

Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya lûtkeya NATOyê de li Vilinus a paytexta Lîtvanyayê ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden civiya.

Erdogan di civînê de diyar kiriye: “Ez di wê baweriyê de me di çarçoveya mekanîzamaya stratejîk de êdî dor hatiye gotûbêjên di asta serokan de. Ez vê hevdîtina di asta NATOyê de wek pêngava yekem a vê proseyê dibînim. Hevdîtinên me yên berî niha wek gerên xwegermkirinê bûn lê em niha proseyeke nû didin destpêkirin.”

Serokomarê Tirkiyê ji Serokê Amerîkayê re gotiye: “Belê ji bo min ev proseyeke 5 salî ye, niha li cem we amadekariyên hilbijartinê hene. Ez ligel van amadekariyên hilbijartinê ji niha ve bo we serkeftinê dixwazim.”

Joe Biden jî kêfxweşiya xwe ji biryara pesendkirina endamtiya NATOyê ya ji aliyê Tirkiyê ve aniye ziman û li ser dîplomasiya derbarê Swêdê de hatiye meşandin spasiya Erdogan kiriye.

Biden lûtkeya NATOyê wek pêngavek dîrokî bi nav kiriye û sozên xwe yên derbarê bihêzkirina berevaniya wê hevpeymaniyê de dûbare kiriye.