Şukran Bilal pirtûkek li ser çîrokên di navbera Heleb û Efrînê de rû dane çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwekar û çîroknivîsa Kurd a Efrînî Şukran Bilal yekem pirtûka xwe ya kurteçîrokan bi navê “Şeva Lêlûnê di Navbera Heleb û Efrînê de” bi zimanê erebî çap kir.

Pirtûka “Şeva Lêlûnê di Navbera Heleb û Efrînê de”, yekem berhema Şukran Bilal e ji 255 rûpelan e, dîzayna Rodî Hesen e û ji aliyê weşanxaneya “New Dalmoun” ve hatiye çapkirin.

Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 60 k.m li bakurê Helebê dikeve. Çiyayê Lêlûnê jî ku di navbera Efrîn û Helebê de ye, ji destpêka krîza Sûriyê di sala 2011an de, gelek grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê, grûpên cîhadîst û yên biyanî di navbera Efrîn û Helebê de bicih bûn.

Riya sereke ya Heleb – Efrînê hat birîn û êdî xelkê sivîl neçar dibûn di riyên di nava gundên ku li ser çiyayê Lêlûnê belav dibin re û di rêbendên grûpên çekdaran re çûnûhatinê bikin. Gelek kiryarên kuştin, revandin û eşkencedanê jî li ser van riyan ji aliyê grûpên çekdaran ve dihatin kirin.

Şukran Bilal li ser vê berhema xwe ji K24ê re got: “Di nava vê berhema min de 26 çîrokên ku bi min re derbas bûne hene. Çîrok, belgekirina bûyerên ku rast rû dane ne. Armanc ji belavkirina wan, diyarkirina rastiyên ku li herêmên Sûriyê bûne yên ku ji aliyê medyaya navdewletî ve bi awayekî rast nehatine belgekirin e.”

Diyar kir jî: “Çîrok bi gelemperî behsa bûyer û sosretên ku di dema karê min de wek mamoste li Peymangeha Mamosteyan û Fakulteya Hunerên Ciwan li Helebê rastî min hatine dikin. Piraniya çîrokan, bûyerên ku di dema rêwîtiya min a 7 salan di navbera Efrîn û Helebê de bûne ne ku carê bûyereke bi tirs û saw rû dida û her carê jî mirina bi guleya sekvanekî yan pevçûn, teqîn û topbaranê ji min ve nêzîk dibû.”

Her wiha got: “Riya di navbera Efrîn û Helebê ku bi otomobîlê yek demjimêrê bû, ji ber ku em neçar dibûn di herêmên di destê grûpên çekdar ên wek Artêşa Azad, Cebhet El-Nusra û DAIŞê jî re derbas bibin, heta 20 demjimêran jî dirêj dikir. Dibe ku ez ji wan bûyeran rizgar bûme, ta ku van çîrokan binivîsim.”

Şukran Bilal dibêje: “Her çîrokek ji çîrokan, xwedî taybetmendiyeke cuda ye û bêyî ku ez tê de alîgiriya aliyekî siyasî, yan partiyekê, yan ol û mezhebekê bikim, nivîsandine.”

Şukran Bilal, ji yek şêwekarên pêşîn ên Rojavayê Kurdistanê ye, di sala 1954an de li Efrînê jidayik bûye, derçûya fakulteya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Helebê ye. Bi salên dirêj li Helebê mamosteya vê hunerê bûye, beşdarî di gelek pêşangehên şêwekariyê li Heleb, Beyrût, Parîs. Antakya û Diyarbekirê kiriye û gelek xelatên navxweyî û navdewletî wergirtine.

Şêwekar Şukran Bilal
Şêwekar Şukran Bilal