Di dema vegera Heciyan de mamosteyekî ji ber teqeyên kêfxweşiyê canê xwe ji dest da

Li parêzgeha Zîqar a Iraqê di dema vegera Heciyan de teqeyên kêfxweşiyê hatin kirin û ji ber wan teqeyan mamosteyekî canê xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Zîqar a Iraqê di dema vegera Heciyan de teqeyên kêfxweşiyê hatin kirin û ji ber wan teqeyan mamosteyekî canê xwe ji dest da.

Êvara Înê 14ê Tîrmeha 2023an, li parêzgeha Zîqarê ya başûrê Iraqê, dema ku Hecî ji Erebistana Siûdî vegeriyabûn, ji bo nîşandana kêfxweşiyê gulle hatine berdan û gulleyek li mamosteyekî ketiye û canê xwe ji dest daye.

Jêderekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re ragihandiye, ew kesê ku canê xwe ji dest daye, mamoste ye û karmendê Wezareta Perwerde ya Iraqê ye û hîn nayê zanîn gulleya ku li mamoste ketiye, ji aliyê kê ve hatiye teqandin.

Ev di demekê de ye ku duh êvarê, Desteya Hec û Umreyê ya Iraqê ragihand, karwanê dawî yê Heciyên Iraqê bi rêya Firokexaneya Bexdayê ji Erebistana Siûdî vegeriyaye û hemû Heciyên Iraqî "bi silametî" vegeriyane nav malbatên xwe.