NY: Îsal 289 zarokan di rêya ber bi Ewropayê de canê xwe ji dest dane

Sindoqa Alîkariya Zarokan a ser bi Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ragihand, di şeş mehên yekem ên sala 2023an de, 289 zarokan dema hewldana derbasbûna Deryaya Spî ji bo gihiştina Ewropayê canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) – Sindoqa Alîkariya Zarokan a ser bi Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ragihand, di şeş mehên yekem ên sala 2023an de, 289 zarokan dema hewldana derbasbûna Deryaya Spî ji bo gihiştina Ewropayê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya ji aliyê UNICEF ve hatiye belavkirin, Pêşenga Cîhanî bo Koç û Awareyan Vera Knaus, li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, li ser mirina zarokan li Deryaya Spî, ji rojnamevanan re axivî.

Vera Knaus diyar kiriye, di nîvê yekem a îsal de 289 zarokan di rê de canê xwe ji dest dane û ev hejmar li gor sala borî gihiştiye du qatan, heftane nêzîkî 11 zarok canê xwe ji dest didin.

Knaus bal kişandiye ser wê yekê ku tenê di şeş mehan de firokeyeke tije zarok canê xwe ji dest dane, tekez kir ku ew êdî li hember vê yekê bêdeng nabin.

Herwiha Vera Knaus destnîşan kiriye ku şer û pevçûnên herêmî û guherîna keş û hewayê, gelek kesan ku piraniya wan zarok in, neçarî koçkirina bi rêya deryayî û metirsîdar kiriye ku ji Bakurê Efrîqayê bo Ewropayê dirêj dibe.

UNICEFê ragihandiye, ji ber rizgarnekirina hejmareke mezin ji zarokan li jêr paşmahiyên keştiyan an jî tomarnekirin wan, wisa tê texmînkirin ku hejmara zarokên canê xwe ji dest dane gelek zêdetir be.

Vera Knaus tekezî li ser wê yekê kiriye ku diviyabû rêgirî li mirina wan zarokan bihata girtin û got: “Cîhan bi qestî çavê xwe li ber van mirinan digre.”