Dêra Keldanî ya Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo Kardînal Luîs Sako radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dêra Keldanî ya Hewlêrê radigihîne, dêr ne beşek ji pirsgirêkan e û divê hikûmeta Iraqê ronîkirinekê derbarê biryara Serokomarê Iraqê ya hilweşandina tayînkirina Kardînal Luîs Sako eşkere bide.

Serokê Dêra Keldanî ya Hewlêrê Beşar Metta Werde îro 15ê Tîrmehê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, “Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako, Patriyarkê me ye.”

Beşar Metta Werde Teqez kir, “Em ê ligel Kardînal Luîs Sako bin û di hemû xebatên wî yên di rêvebirina dêrê de, piştgiriyê bidin wî.”

Her wiha got, divê hikûmeta Iraqê ronîkirinekê derbarê biryara Serokomarê Iraqê eşkere bide. Tekez kir jî, dêr ne beşek ji pirsgirêkan e.

Ev daxuyaniya Beşar Metta Werde piştî wê tê, Serokomarê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşand.

Li gor nameyekî vekirî ya Kardînal Luis Sako, wî biryar daye bi yekcarî bajarê Bexdê bicih bihêle û berê xwe bide Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Li ser vê kêşeyê, siyasetmedarê Iraqî Yonadam Kenna ji malpera “Dengê Xwe Bilind Bike” re got: “Tevgera Babiliyon (Tabûrên Xiristiyanan di nav Hêzên Heşda Şeibî de) ji Serokatiya Komarê daxwaz kiriye ku biryara tayînkirina Kardînal Louis Sako hilweşîne.”

Kenna tekez dike ku “ti nakokî di navbera aliyên pêkhateya Xiristiyanan de li Iraqê nîne, lê yek ji ber krîzeke siyasî di navbera Xiristiyanan û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de ye.

Li gorî Kenna, Çarçoweya Hevahengiyê “îradeya pêkhateya Xiristiyanî desteser kir û Rayan ku Keldaniyekî dilsoz ê Çarçoveya Hevahengiyê ye, di hilbijartinan de ferz kir, piştî ku rê da her kes, ne tenê Xiristiyan, deng li ser kotaya Xiristiyanan bidin û wî hilbijêrin.

Reyan Kaldanî serkirdayetiya milîsên çekdar ên Babiliyon dike ku ji sala 2014an ve hatiye damezrandin û di bin navê “Lîwaya 50” di nava Hêzên Heşda Şeibî" de ye. Her weha wî pênc kursiyên kotayê yên ku ji bo xiristiyanan hatine veqetandin, di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 2021an de kontrol kirine.

Amerîka di sala 2019an de, bi tometa binpêkirina mafên mirovan ceza li ser Reyan Kaldanî sepandibû.