Ons Jabir di fînala Wimbledonê de bi jimareya 42 ya cîhanê re têk çû

Navenda Nûçeyan (K24) – Marketa Vondrousova ya Çekyayî ket dîrokê piştî ku bû lîstikvana yekem a bê rêzbendî ku nasnavê Wimbledon, sêyemîn ji çar pêşbirkên sereke yên tennîsê, bi têkbirina Ons Jabir a Tûnisî di fînalê de, bidest xist.

Duhî Şemiyê di fînala Wimbledon Marketa Vondrousova ya Çek û Ons Jabir a Tûnisî rûbirûyî hevdu bûn û Vondrousova bi encam du koman (6 - 4) (6 - 4) biser ket.

Ons Jabir ya 28-salî hêvî dikir di fînala xwe ya sêyemîn a Grand Slamê de nasnavê xwe yê yekem bidest bixe, lê xewna ku bibe yekem Ereb û Afrîkî ku nasnavek mezin bi dest bixe, hate paşxistin.

Ons sala borî du caran ji nasnaveke mezin nêzîk bû, cara yekem dema gihîştina fînala Wimbledon, ku li pêş yarîzana Kazakistanî Yelena Rybakina winda kir, berî ku nêzîkê du mehan jî di fînala US Open de li hember yarîza rêzbenda yekem a cîhanê ya Polonî Iga Schvontec winda kir.

Ons Jabir