Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem daxwaza xelkê Kifrî cîbicî kir

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem daxwaza xelkê Kifrî cîbicî kir û di demeke kin de piraniya daxwazên wan ên din jî dê werin cîbicîkirin.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî yekem daxwaza xelkê Kifrî cîbicî kir û di demeke kin de piraniya daxwazên wan ên din jî dê werin cîbicîkirin.

Roja Duşemê 17ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de diyar kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo kêşeyên bajarê Kifrî, daxwaza çareserî û lidûvçûna bilez kir û mebesta cenabê wî ew e ku di demeke herî kêm de ewê di şiyana hikûmetê de be, kêşe werin çareserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, yek ji daxwazên xelkê Kifrî, bilindkirina pileya Serokatiya Şaredariya Kifrî bû, ji bo vê mebestê jî, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî bilindkirina daxwazên wan ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyan, li gor madeya dehem a di yasaya birêvebirina şaredariyan a hejmara 6 a sala 1993an de, rizamendî nîşan da ji bo bilindkirina pileya Serokatiya Şaredariya Kifrî ji pileya du bo pileya yek ji bo zêdetir xizmetguzariya xelkê bajêr.

Zêdetirî hefteyek e nişteciyên Kifrî greva xwe ragihandine û daxwaza xizmetguzariya navçeya xwe dikin, ew dibêjin çendîn sal in ji aliyê berpirsên navçeyê ve hatine paşguhkirin.

Roja 16ê Tîrmeha 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de got: “Welatiyên Kifrî yên hêja, silav û rêza min ji we re heye. Ji daxwazên we agahdar im û gihîştine destê min. Min biryar da ku di demek nêzîk de komîteyek taybet ji nûnerên Dîwana Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Germiyê ava bikim, da ku daxwazên we bişopînin. Piştrast bin, ew ê di karîna me de be, em ê ji bo xizmeta we  bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”