Zelensky: Peymana genim dikare bêyî Rûsyayê berdewam bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky piştrast kir ku welatê wî amade ye hinardekirina genim bi rêya Deryaya Reş bidomîne, tevî ku Moskoyê ragihandibû ku peymana “Korîdora Genimê ya Deryaya Reş” bidawî bûye.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky duhî Duşemê piştrast kir ku wî nameyek ji hevtayê xwe yê Tirkî Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres re şandiye û daxwaz ji wan kiriye ku li ser peymana hinartina genim di Deryaya Spî berdewam be.

Zelensky di axaftina xwe ya vîdyoyê de destnîşan kir, înîsiyatîfa genim dikare bêyî beşdariya Moskoyê derbasdar bimîne. Her wiha got, Ukrayna, Netewên Yekgirtî û Tirkiye dikarin bi hev re operasyona korîdora xwarinê û kontrolkirina keştiyan misoger bikin

Her wiha piştrast kir ku di çarçoveya peymana ku di Tîrmeha 2022an de ji hêla Ukrayna û Rûsyayê ve bi navbeynkariya Tirkiye û Netewên Yekgirtî hatiye îmzekirin, nêzî 33 mîlyon ton berhemên çandiniyê yên Ukraynayê ji bo 45 welatan hatine hinardekirin.

Ev yek di demekê de ye, Mosko duhî Duşemê bidawîbûna rêkeftinê ragihand, piştî çend demjimêran ji êrîşa artêşa Ukraynayê bi dronan li ser pira Kirimê.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Peymana Korîdora Genimê ya Deryaya Reş hatiye rawestandin û dema şert û mercên pêwendîdar pêk werin, Rûsya dê vegere peymanê.