Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê rojek ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar dike

"Roja 18ê Sibata 2024an yan rojek piştî wê rojê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan."

Hewlêr (K24) – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê pêşniyar dike, roja 18ê Sibata 2024an yan rojek piştî wê rojê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin encamdan û tekezî li wê yekê dike ku nikarin herdu hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bi awayekî fermî bersiva nivîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ya li ser serperiştîkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daye û dibêje: “Em pêşniyar dikin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 18ê Sibata 2024an, an jî rojek piştî wê rojê were encamdan. Em nikarin herdu hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê di demekê de birêve bibin, çimkî herdu hilbijartin taybetmendiyên xwe hene û ji bilî wê, hinek sedemên din ku pêwendiya wê bi aliyê hunerî û îdarî ve hene.”

Nivîsa Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê duh sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an arasteyî Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye kirin û îmzeya Serokê Encûmena Komîsyaran Umer Ehmed Mihemed li ser e. Di beşeke din a nivîsê de sedema biryarê "ji bo rêkxistin û birêvebirina başî ya proseya hilbijartinan ji hemû aliyan ve û ji bo ku hilbijartin hevta be ligel standardên cîhanî û garantiya silametiyê, şefafiyet û kalîteyê bide" hatiye diyarkirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê pêwîst dibîne ku beriya lîsteya destpêkirina karên wan di roja 1ê Tebaxa 2023an de dest pê bike, Serokatiya Herêma Kurdistanê nivîseke Herêmî li ser roja encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê derbike, çimkî wek di nivîsê de hatiye diyarkirin, "her çiqas derkirina nivîsê dereng bikeve, dema zêdetir diçe ser wê roja ku Komîsyonê ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pêşniyar kiriye û hilbijartin paş dikeve".