Parlamentoya Tirkiyê roja 25ê Tîrmehê bi awayekî awarte dicive

Parlamentoya Tirkiyê ku di betlaneya havînê de ye, li ser banga CHPê roja 25ê Tîrmehê bi awayekî awarte dicive.

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Tirkiyê ku di betlaneya havînê de ye, li ser banga CHPê roja 25ê Tîrmehê bi awayekî awarte dicive.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) bi armanca gotûbêjkirina geşedanên dawî yên aboriyê û zêdekirina bihayan daxwaz kiribû ku parlamento bicive.

Serlêdana ku ji aliyê CHPê ve hatibû kirin ji aliyê partiyên opozîsyonê yên Saadet, DEVA û Demokrat Partiyê ve jî hatibû îmzekirin.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li ser serlêdana CHPê bo roja 25ê Tîrmehê demjimêr 15:00 banga civîna awarte ya parlamentoyê kir.

Ji bo civîna awarte bê kirin û mijarên aborî û bihayan li parlamentoyê bêne gotûbêjkirin divê roja 25ê Tîrmehê herî kêm 200 parlamenter li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê amade bin.

Parlamentoya Tirkiyê 15ê Tîrmehê xebatên xwe temam kiribûn û biryar hatibû dayîn heta 1ê Cotmehê girtî be.