Li Amûdê agir bi malekê ket.. 2 kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî çalakvanan, şeva borî li bajarê Amûdê bermîleke sotemeniyê ya malekê teqiya û agir bi malê ketê.

Li gorî zanayriyên xwecihî, di vê bûyerê de 2 kesan canê xwe jidest dan û 3 kesên jî birîndar bûn.

Diyar kirin jî, tîmên agirkujiyê gihîştin cihê bûyerê û agir vemirandin, mirî û birîndar jî ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Lêkolîn derbarê vê bûyerê de dest pê kir.