Serokê Filistînê û Serokwezîrê Îsraîlê serdana Tirkiyê dikin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Filistînê Mehmud Ebbas bi armanca gotûbêja li ser mijarên navdewletî û navçeyê serdana Tirkiyê dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Filistînê Mehmud Ebbas bi armanca gotûbêja li ser mijarên navdewletî û navçeyê serdana Tirkiyê dikin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku Serokê Filistînê Mehmud Ebbas roja Sêşemê 25ê Tîrmehê û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî roja Înê 28ê Tîrmehê serdana Tirkiyê dikin.

Li gor daxuyaniyê di heman hefteyê de serokên Îsraîl û Filistînê di rojên cuda de tên Enqerê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinê dikin.

Herwiha hat ragihandin ku dê ligel her du serokan jî mijarên navdewletî û navçeyê bên gotûbêjkirin û derbarê peywendiyên Tirkiye-Îsraîl û Tirkiye-Filistînê de danûstandin bên kirin.