Serokwezîr Mesrûr Barzanî 3 ambûlans pêşkêşî Nexweşxaneya Giştî ya Kifrî kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi ferman û rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 3 ambûlans ji bo nexweşxaneya Şehîd Xalid Germiyanî ya Kifrî hatin dabînkirin. Rêveberê Dîwana Wezareta Tenduristiyê jî got, wan komîteyek ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên tenduristiyê yên bajêr ava kirine.

Rêveberê Dîwana Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistan Dr. Muaf Kerîm îro di daxuyaniyekê de ragihand, 3 ambûlans ji bo nexweşxaneya Şehîd Xalid Germiyanî ya Kifrî hatin dabînkirin.

Bi gotina Dr. Muaf Kerîm, komîteyek bi serokatiya Şêwirmendê Wezareta Tendirustiyê Dr. Saman Mihemed Reşîd pêk hatiye, bi armanca nirxandin û şopandina pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya qezaya Kifrî.

Ji aliyê xwe ve, mamoste Osman ku yek ji çalakvanên grevê yên Kufrê ye ji K24ê re got, ew gelek kêfxweş in ku îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî 3 ambûlans ji bo nexweşxaneyê Şehîd Xalid Germiyanî dabîn kirin. Got jî: Hin daxwazên wan ên din jî hene ku dane şanda Wezareta Tenduristîyê û wan jî soza çareserkirina kêşeyên wan dane.

Niştecihên qezaya Kifriyê berî çend rojan li dijî kêmiya xizmetguzariyan dest bi grevê kirine û daxwaz ji Îdareya Serbixwe ya Germiyanê û rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku giringiyê bidin devera wan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 16ê Tîrmehê peyamek arasteyî xelkê kifrî kir û tê de got: “ “Welatiyên Kifrî yên hêja, silav û rêza min ji we re heye. Ji daxwazên we agahdar im û gihîştine destê min. Min biryar da ku di demek nêzîk de komîteyek taybet ji nûnerên Dîwana Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Germiyê ava bikim, da ku daxwazên we bişopînin.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Piştrast bin, ew ê di karîna me de be, em ê ji bo xizmeta we bikin û bi ruhekî germ li gel we dibim.”

Roja Sêşemê 18ê Tîrmeha 2023an, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di konferanseke rojnamevaniyê de biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji xelkê Kifrî re eşkere kirin.

Li gor biryarên Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina 16 dibistançn Kifrî hatiye dabînkirin, ligel dabînkirina sê ambulansan ku îro ji bajarê Hewlêrê bo qezaya Kifrî têne şandin.

Herwiha ji bo çareserkirina kêşeya kêmaviya li qezaya Kifrî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar derkir ji bo lêdana pênc bîrên avê ku lêçûnên wê dike 80 milyon dînar ji bo her bîrekê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar daye ji bo dirustkirina çend kargehên mezin ên veberhênanê bi taybetî kargeha dirustkirina geç li Kifrî.

Herwiha 296 milyon dînar ji bo nûjenkirina yarîgeheke werzişê ligel pêwîstî û kelûpelên werzişî ji bo 24 cûreyên werzişê tê dabînkirin.

Yek ji biryarên din ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo xelkê Kifrî, raspartina hemû wezaret û saziyên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina daxwazên îdarî û pêkanîna karên xelkê Kifrî.