Pêşewa Hewramanî: Proseya çaksaziyê di çendîn waran de dest pê kiriye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, vîzyona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hember proseya çaksaziyê ku ji bo wê dixebite, ew e ku tenê ji bo qezenc û sûda gel be.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, vîzyona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hember proseya çaksaziyê ku ji bo wê dixebite,  ew e ku tenê ji bo qezenc û sûda gel be.

Pêşewa Hewramanî di Panela Navenda Bilind a Akrê de ya li jêr navnîşana "Çaksazî, Dîjîtalkirina Hikûmetê, Veberhênan" ragihand, proseya çaksaziyê di çendîn waran de dest pê kiriye.

Hewramanî diyar kir: “Yek ji wan pêngavên çaksaziyê ku eger em wek nimûne bibêjin, elektrîka niştimanî ye û li 20 yekeyên niştecîbûnê wek pêngava yekem hatiye cîbicîkirin, ji wan 20 bajarên niştecîbûnê, 4500 beşdarên elektrîkê hebûn ku ti pêwendiya wan bi elektrîka niştimanî ve nebû û pere nedane.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, ew kesên li berjewendiyên wan tê lêdan û dixwazin li ser hîsabê xelkê bi awayekî din bijîn, tên ber kanalan û xelkê dikin wek sedem, da ku proseyên çaksaziyê werin rawestandin.