Kongresa Amerîkayê daxwaza vegerandina pêgeha fermî ya Kardînal Luîs Sako dike

Du endamên Kongresa Amerîkayê daxwaza vegerandina pêgeha fermî ya Patriyarkê Dêra Kildanî yê li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Du endamên Kongresa Amerîkayê daxwaza vegerandina pêgeha fermî ya Patriyarkê Dêra Kildanî yê li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako dikin.

Di nameyekê de ku arasteyî Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kirine, endamên Kongresa Amerîkayê Elissa Slotkin û John Moolenaar nîgeran in li hember biryara vekişandina biryara hejmara 147 a sala 2013an a li ser Kardînal Luîs Sako, nîşan dan.

Endamên Kongresê ji Serokwezîrê Iraqê daxwaz kirine ku deshilatên Patriyarkê Dêra Kildanî yê li Iraq û Cîhanê Kardînal Luîs Sako vegerînin.

Her du endamên Kongresê bi nîgeranî ve li biryara desteserkirina Kardînal Luîs Sako ji aliyê Encûmena Dadgeha Bilind a Iraqê ve dinêrin û wek armanckirina serkirdeyên pêkhateya Xiristiyan bi rêya sîstema yasayî ve dibînin.

Ev di demekê de ye ku Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşandibû.

Li ser vê kêşeyê, siyasetmedarê Iraqî Yonadam Kenna ji malpera “Dengê Xwe Bilind Bike” re gotibû: “Tevgera Babiliyon (Tabûrên Xiristiyanan di nav Hêzên Heşda Şeibî de) ji Serokatiya Komarê daxwaz kiriye ku biryara tayînkirina Kardînal Louis Sako hilweşîne.”

Kenna tekez dike ku “ti nakokî di navbera aliyên pêkhateya Xiristiyanan de li Iraqê nîne, lê ev yek ji ber krîzeke siyasî di navbera Xiristiyanan û Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de ye.

Li gorî Kenna, Çarçoveya Hevahengiyê “îradeya pêkhateya Xiristiyanî desteser kir û Rayan ku Keldaniyekî dilsoz ê Çarçoveya Hevahengiyê ye, di hilbijartinan de ferz kir, piştî ku rê da her kes, ne tenê Xiristiyan, deng li ser kotaya Xiristiyanan bidin û wî hilbijêrin.

Reyan Kaldanî serkirdayetiya milîsên çekdar ên Babiliyon dike ku ji sala 2014an ve hatiye damezrandin û di bin navê “Lîwaya 50” di nava Hêzên Heşda Şeibî" de ye. Her weha wî pênc kursiyên kotayê yên ku ji bo xiristiyanan hatine veqetandin, di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê yên 2021an de kontrol kirine.

Amerîka di sala 2019an de, bi tometa binpêkirina mafên mirovan ceza li ser Reyan Kaldanî sepandibû.