Komîsyona Hilbijartinan: Koçberên Şingalê dikarin li Kerkûkê dengê xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komîsyona Hilbijartinên Iraqê li Kerkûkê ragihand, koçberên Şingalê yên ku ji Kerkûkê ne, ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan, dikarin li Kerkûkê deng bidin.

Berdevkê Ofîsa Komisyona Hilbijartinên Iraqê li Kerkûkê Ebdulbasit Derwîş ji K24ê re ragihand, derbarê amadekariyên hilbijartinên encûmenên parêzgehan, Ofîsa Hilbijartinê ya Kerkûkê îro konferasek ji bo nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê konferansek li dar xist.

Ebdulbasit Derwîş got jî: Mekanîzmaya nûkirina tomarkirina dengderan dê heta 7ê Tebaxê meha bê berdewam be. Heta niha rêjeya nûkirina tomara dengderan gihiştiye ji sedî 75 û me ji sedî 96 kartên dengdanê li ser welatiyan belav kiriye.

Diyar kir jî, “Koçberên Şingalê yên ku ji Kerkûkê ne, dê navendên dengdanê kerkûkê ji wan re bên dayîn û dikarin li Kerkûkê deng bidin, lê koçberên din nikarin û divê vegerin parêzgehên xwe û li wir deng bidin.”

Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 18ê Berçileya 2023an ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan destnîşan kiriye.