Sîrwan Rojbeyanî: Ji ber hebûna PKKê Şingalê bê avedanî maye

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Parêzgarê Neynewayê derbarê dubare avakirina Şingalê û gihandina xizmetguzariyan bo deverê dibêje, wan daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê kiriye ku rêkeftina Şingalê cîbicî bike, da ku bikarin xizmetguzariyan pêşkêşî wê deverê bikin.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Sîrwan Rojbeyanî ji K24ê re ragihand, ji ber hebûna PKKê û grûpên çekdar ên din û rewşa nebaş a ewlehiyê li Şingalê, peymandar (kontraktor) ji bo destpêkirina projeyan newêrin derbasî navçeyê bibin.

Derbarê rêkeftina Şingalê de jî Sîrwan Rojbeyanî got, çend meh berê di serdana Serokwezîrê Iraqê bo Neynewa de, wan weke rêveberiya parêzgeha Neynewayê daxwaz ji wî kiribûn ku rêkeftina Şingalê cîbicî bike.

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê destnîşan kir, Şingal di destê hêzeke ne Iraqî de ye. Rêveberiyeke ne yasayî li Şingalê heye û ew wek parêzgeha Nînewayê serederiyê bi wan re nakin.

Qezaya Şingalê yek ji wan cihan e ku terorîstên DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî wê kiribû û hejmareke mezin kuştin û hinek jî heta niha winda ne û xizmên wan niha li kampên parêzgeha Duhokê dimînin. Ji ber hebûna çekdarên PKK û Heşdî Şeibî û nebûna ewlehî, aramî û xizmetguzariyê, xelkê wê nikarin vegerin ser cih û warên xwe.

Rêkeftina Şingalê di Cotmeha 2020ê de di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi navê vegerandina aramiyê û asayîkirina rewşa bajarê Şingalê hat îmzekirin û ji sê mijarên sereke pêk tê: îdarî, ewlehî û avadankirin. Li gorî rêkeftinê jî, divê hêzên nefermî jê vekişin, proseya avakirina Şingalê û qerebûkirina qurbaniyan jî dest pê bike.